Were
Were...lê bê dûman
bigire ew deriya xeyalê bê ziman,
Were..û jibîr meke
te çawe şemal û çiraxê xewnan bi hesta xwe yan xemgînî vêdixistin,
...were...were
bu ev çirvandina bi laşê jiyanê darin bavê min ketî bi dawî bibe
bu ev hestin mizgînî
bu desmalê serê dîlanan
bu sazin tembûran
bu ax û dar û ba û av
bu min û te
û bu ew kesa ji me û te ê bibe berdewamî
were...û jibîr meke
tu dengê Ayşa şanê bi xwe ra bîne
Were
û metirse...çiyan û ezman zarokin,çem û golan hinî keçîndarin
were
û metirse...ew lêvin surgulan li benda hungivê buharê tene
were ...
û zanibe...ew hestin sed salan di sîngê min û hezaran da dikele
zanibe " lê xwidayê çand û dîrok û heft ezmana"
ew sirûşin xwedayên din hinî ne gîştina xaniyên me
ew bîrin gundan, wan li ser çiyanan belav bîne, ne mirine
...ew evîn li benda te ye
ew keç û xort li benda te ne
ew kal û pîr û bê xwidan li benda te ne
ew..ew..
(Rabe ji xew..Rabe..dem sibe bu)
21/08/2010 Ringsted, Denmark.
Subscribe to:
Post Comments (Atom)
No comments:
Post a Comment